Aslınur üyemiz gönderdi.
Newaya mutrib û çengê
Fixan avête xerçengê
Were saqî heta kengê
Neşûyîn dil ji vê jengê
Heyata dil meya baqî
Binoşîn da bi muştaqî
Ela ya eyyuhe s-saqî
Edir kesen we-nawilha
Ko katib dêmî cedwel kit
Şikeste xet muselsel kit
Ji yek herfan mufessel kit
Kî ye yê muşkilê hel kit
Dizanî rûd û ûd ewwel
Çi tavêtin sirûd ewwel
Ki işq asan nimûd ewwel
Welê uftadi muşkilha
Ji mihra wê şefeqsedê
Şirînlelê şekerwedê
Dinalim şubhetê redê
Ecîb im lê ji vê cedê
Ki dil ra tabi herçîneş
Bi kufrê mîbered dîneş
Zi tabi cedi muşkîneş
Çi xûn uftadi der dilha
Di vê taqê di vê xanê
Me eyş û êminî kanê
Kesê dest dit ji dewranê
Nihalik vê gulistanê
Der axûşeş çû meyared
Ki ez dil caneş buspared
Ceres firyadi mîdared
Ki ber bendîdi mehmilha
Bi Quranê bi ayatê
Eger pîrê xerabatê
Bebêjit secde bin latê
Murîdên wî dibin qatê
Murîd er bêbeser nebwed
Zi fermaneş bider nebwed
Ki salik bêxeber nebwed
Zi resm û rahi menzilha
Şevê zulmat û deryayê
Ji mewcan qet xeber nayê
Şikestî keştiya bayê
Ecacê wê şefeq dayê
Ji herfan mah û sali ma
Nehat der şikli fali ma
Kuca danendi hali ma
Sibikbarani sahilha
Me ra ji ewwel çi bir xamî
Kişand axir bi bednamî
Ji rengê Sedî û Camî
Ji şuhret pê hisîn amî
Bi deng û bang û awazê
Dibêjit nexmeya sazê
Nihan key manedan razê
Kez û sazendi mehfilha
Ji hafiz qutbê şîrazî
Mela fehm er bikî razî
Bi awazê ney û sazî
Bibî ber çerxê perwazî
Tuzed min hubbihe s-sefwa
Bihi ehlu l-hewa neşwa
Meta ma telqe men tehwa
Dei d-dunya we-ehmilha
Harun Aslan
Tarih : 2010-03-19 16:23:48 | Hit: 2384 | Puan: 0
Copyright © 2007 - ∞ by CemveNuray.Com. Tüm hakları Cem ve Nuray'a aittir.